PDK-Sê nivîsgeha xwe li Kobanê vekir

PDK-Sê nivîsgeha xwe li Kobanê vekir

Jan 26 2021

ARK NEWS... Piştî demeke dirêj ji girtinê, duh roja Duşemê 25ê Çileya 2021ê, careke din Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, nivîsgeha xwe li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê vekir.

Li bajarê Kobanê, û bi amadebûna cemawerê Kurd ji endam û alîgirên Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê nivîsgeha xwe vekir.

Vekirina nivîsgeha PDK-Sê piştî wê çendê tê, ku nivîsgehên PDK-Sê li bajarên Qamişlo û Dêrikê û bajar û bajarokên din yên Rojavayê Kurdistanê hatine vekirin.

426