Serhan Hesen: Rewşa birîndaran ne aram e
ARK NEWS… Roja Yekşemê 24ê Çileya 2021ê, li kampa Dareşekranê li Herêma Kurdistanê, agir bi mala malbateke penaberên Rojavayê Kurdistanê ket, di encamê de, 5 kes şewitîn.
Endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Serhan Hesen ku bi xwe yek ji wê malbatê ye ji ARKê ragehand: 5 kes şewtîne di nava wan de 3 zarok in, û 2 jin in. Yekser ji aliyê şêniyên kempê ve ji bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatin veguhestin û ta neha rewşa birîndaran gelekî xirab e.
Hesen li ser zarê pizîşkan da zanîn: Îro dê rewşa birîndaran diyar bibe. Navbûrî spasiya her aliyekê kir bi taybet dezgeha Barzanî ya xêrxwazî ku bi hawara malbatê ve hatine.
Ş.E
270