Emerîka piştevaniya xwe ji danûstandinên Kurdî re nû kir
Jan 16 2021
ARK NEWS... Wîlayetên Emerîkî piştevaniya xwe ji danûstandinên Kurdî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, nû kir, û duh balyozxaneya Emerîka li Şama paytexta Sûriyê helwêsta xwe li ser mijarê da û tekezî li ser piştevaniyê kir.
Balyozxaneya Emerîkî li Şamê li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê ragihand: Dewletên Yekbûyî DYA piştgirî dide Diyaloga Navxweyî ya Kurdî - Sûrî û hêvî dike ku pêşveçûn wê di 2021 de berdewam be.
Da diyarkirin jî: Ev diyalog proseya siyasî ya berfireh ya UNSCR 2254, ber bi dabînkirina pêşerojek geş ji hemû Sûriyan re piştgirî dike.
Ş.E
238