Hejmarek jin rastî lêdan û eşkenceyê hatin

Hejmarek jin rastî lêdan û eşkenceyê hatin

Jan 04 2021

ARK NEWS... Ji destpêka sala nû de, teqîn, dizî, binpkirin û tawan di dermafê Kurdên li ser axa xwe mane ji aliyê girûpên çekdar li herîma Efrînê dest pê kirin.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê ku bi karê belgekirina bipêkirinan radibe, di raporteke xwe de da zanîn ku çekdarên Ebû Emşa yên li navçeya Şiyê hijmarek jin di nav wan de welatiyên bitemen jî hene dane ber lêdan û eşkenceyê, ew jî bi tometên dûr ji rastiyê ne.

Heman jêderê tekez kir, di nav wan jinan de, jineke kurd heye ku ji ber lêdanê ji nexweşxaneyek bajarê Efrînê hate veguhestin. Herweha yên din jî jinên çekdarên girûpa xwe û yên ereban e.

Ji bilî lêdan û eşkenceyê çekdarên Ebû Emşa li pêş çavên artêşa Turkiyê, û fermandarên komîta vegerandina mafan li navçeya Şiyê mala welatiyekî jurd bi danê nîvro dizî , pê ku aliyek destêwedanê bike.

Serbarî dizî û lêdanê di duyemîn roja sala nû de teqînek li navenda navçeya Cindirêsê rû da, tê de zêdetirî deh kesan birîndar bûn, di nav wan de jin û zarok jî hene.

Teqîn ji derencama otomobêleke bombirêjkirî, li ser rêya sereke ya Cindirêsê çê bû, tê de welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanek mezin gihişt cihê bûyerê.

Li gor tîma berevaniya sivîl ku bi kum spî têne naskirin li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kir û ragihand ku 11 welatiyên sivîl birîndar bûne, di nav wan de du jin û du zarok in.

Ev teqîn yekemîn teqîn e li Efrînê di sala nû de rû dide, weke hemû teqînan tu aliyekî nexistiye stûyê xwe de, û berpirsiyaretiya ranegihandiye herwiha tu lêkolîn û vekolîn ji aliyê berpirsan ve venebûye.

Bi hatina sala nû re, şêniyên Efrînê hêvî dikirin ku sala aramî û aştî be lê ji destpêkê de diyar bû û nîşanên neseqamqîriyê derketin holê.

379