Hejmarek Lubnanî kampeke penaberên Sûriyê şewitand
Dec 27 2020
ARK NEWS... Li Bakurê Lubnanê hejmarek ji welatiyên lubnanî, kampeke penaberên Sûriyê, şewitand, tê de bi dehan malên penaberan bi temamî hatin şewitandin.
Jêderên Sûrî dane zanîn ku li bajarê Elminiyê, hejmarek lubnanî kampeke Sûriyan şewitand, û nişteciyên wê berbelav bûn, û li kolanan man.
Derbarê sedeman hîn jî bi zelalî diyar nebûne, lê hin rêxstin, destê xwe dirêjî wan penaberan kir, û alîkarî pêşkêş kirin.
Ş.E
383