Mesrûr Barzanî û Pompiyo li ser nehiştina aloziyên sînorê Sûriyê û Kurdistanê yekhelwêst in
ARK NEWS...Duh roja Sêşemê 22ê Berçileya 2020an wezîrê derve yê Emerîkayê Mayk Pompiyo peywendiyeke telefonî bi Mesrû Barzanî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê re endam da.
Barzanî dot: Di peywendiya telefonî de me herdu aliyan, bi berfirehî behsa kêşeyên heyî yên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir, bi taybetî derbarê mijara bûdce de.
Serbar kir: Me pêşniyar kir ku, Emerîka û Netewên Yekgirtî bi awayekî ektîf û li ser asteke bilind beşdar bin di çareserkirina kêşeyan de, û gihiştin bi rêkeftinê di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, li ser esasê destûra bingehîn.
Da zanîn jî: Me spasiya helwesta wezîrê derve yê Emerîkayê kir, ku dixwaze herêma Kurdistanê bi awayeke dadmend para xwe ji bûdceya federalî werbigire, û bo berdewamiya piştîvaniya wî ya berdewam bo herêma Kurdistanê di dema pîwerdariya wî de.
Mesrûr Barzanî tekez kir: Di berdewamiya peywendiya telefonî de me tekez li ser giringiya piştgiriya zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Emerîkayê, bi taybetî di ware enerjiyê de kir, û bal kişand ser girîngiya domandina hevkariyên Emerîkayê bo hêzên pêşmerge û hevkariyên teknîkî yên USAIDê.
Barzanî herwiha ameje kir: Di beşeke din ya peywendiya telefonî de me giftûgo li ser aramiya ewlekarî li deverê, nehiştina aloziyên li ser sînorê navbera Sûriye û herêma Kurdistanê û giringiya cîhbicîhkirina rêkeftina Şengalê ya bo vegerandina awareyan bo cîhên wan kir.
Ş.E
338
