Ebdulhekîm Beşar: Destûra nû dê beşek be ji çareseriyê kirîza Sûriyê re

Ebdulhekîm Beşar: Destûra nû dê beşek be ji çareseriyê kirîza Sûriyê re

Dec 21 2020

ARK NEWS... Cîgirî serokê Hevpeymaniya Nişîmanî ya opozisyona Sûriyê dibêje Distûra Sûriyê ya nû beşeke ji çareseriyê re ne çareseriya giştî ye ji kirîza Sûriyê re.

D.r Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê, û endamê polîtbîroya Paritya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, ragihand: Distûra Sûriyê ya nû wê beşek be ji çareserkirina kirîza Sûriyê re, ne çareseriyeke bi giştî ye, lê giringiya Distûra Sûriyê ya nû ew e bibe bingehek ji guhertinê re bi giştî li Sûriyê.

Beşar got; Distûra nû ya ku pêwîst e li ser bingeha hevparî û sîstemek demoqratî piralî ji hemû Sûriyan re were nivsandin, tê de Azadî , Wekhevî navbera jin û mêran, gerentiya mafên mirovan û dadperwerî , wekheviya yasayî ji tevaya Sûriyan re peyda bibe, herweha di heman distûrê de giringî bi rola jinê di civakê de û tevlîbûna wê di hemû waran ve were kirin, û mafê tevaya pêkehateyên Sûriyê jî di wê Distûrê de parastî be.

223