
Girûpên çekdar 5 welatî ji gundekî Efrînê revandin
ARK NEWS.. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê girûpên çekdar di binpêkirinên xwe de dermafê welatiyên Kurd de birdewam in , herî dawî jî revandina 5 welatiyên Kurd ji gundekî Efrînê.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku girûpa bi nave Feyleq Elşam berya Du rojan , 5 welatiyên Kurd ji gundê Meydan Ikbis yê bi ser navçeya Raco , dema di nava zeviyên xwe de kar dikirin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e
Heman Rêxistinê navê wan her Pênc kesên hatine revandin eşkere kirye ewjî evin Salih Hac Hemîd, Mihemed Mistefa, Farûq Xelîl Hemo, Husên Mistefa, Îmad Mûsa Hesen.
Ji dema bajarê Efrînê ji aliyê Turkiyê û girûpên çekdar hatiye kontirolkirin , ji wê demê û ta niha binpêkirin dermafê welatiyan Kurd de ji aliyê wan çekdaran ve têne emcamdan.
247