Nûneratiya ENKSê ya Kurdistanê li ser pêwîstiya serxistina danûstandinên kurdî tekez kir

Nûneratiya ENKSê ya Kurdistanê li ser pêwîstiya serxistina danûstandinên kurdî tekez kir

Dec 10 2020

ARK NEWS... Li Hewlêrê nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê duh 9ê Berçileya 2020an, civiya û li ser pêwîstiya serxistina danûstandinên kurdî tekez kir.

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civîneke normal li dar xist tê de Ebdulkerîm Mîranî berpirsê nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li ser rewşa siyasî ya giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet axfî.

Herwiha danûstandinên ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştmanî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatine gengeşekirin, û li ser pêwîstiya serxistina danûstandinên Kurdî Kurdî û bidestxistina derencamên li gor daxwaza gelê kurd di vê dema hestiyar de hate tekezkirin.

Di civînê de rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampên Herêma Kurdistanê û çawaniya kar ji bo sivkirina azarên wan hate gotûbêjkirin.

232