Emerîka tekezî li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge dike

Emerîka tekezî li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge dike

Dec 10 2020

ARK NEWS... Roja Çarşemê 9ê Berçileya 2020an Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya şandeke Wezareta Derveya Emerîkayê kir ku ji David Şînker Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîkayê yê Karûbarên Rojhilat û Masiyo Tuler Balyozê Emerîka li Iraqê û Robêrt Waler Kunsilê Emerîka li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan û Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka yê Karûbarê Rojhilat palpiştiya welatê xwe ya ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê tekez kir û herwiha tekez jî li berdewambûna Emerîka ya li yarmetîdan û rahênana Pêşmerge ya li şerê terorê kir.

Şanda mîhvan piştgîriya Emerîkayê ya ji bo berdewambûna danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda çareserkirina kêşeyan li çarçoveya destûrê de ragihand.

Peywendiyên di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera wan mijareke din vê hevdîtinê bû.

281