Kurdên Êzîdî li Efrînê rastî revandinê tên

Kurdên Êzîdî li Efrînê rastî revandinê tên

Dec 07 2020

ARK NEWS... Gundê Basûfanê yek ji gundê kurdên Êzîdî yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, ku serokê hevpeymaniya niştîmanî ya opozisyona Sûriyê, Nesir Elherîrî, seredana wî gundê kiribû, rastî êrîş û girtina sermalan ji aliyê çekdarên bi navê Feyleq Elşam tên.

Piştî ku berpirsê ewlekarî yê Feyleq Elşam Hemze Ebû Zêd, rastî hewleke kuştinê di rêya teqndina otombêla wî bi bombeyekê roja Înê 4 Berçileyê li ser rêya gundê Beiyê û Bsûfanê yên navçeya Şêrawa hat, di encamê de, birîndar bû, û ji bo nexweşxaneyên Turkiyê hatibû veguhestin, bi buhaneya lêgerîna û desteserkirina kujer û pêkînerên teqînê, çekdarên Elşam bi hilmeteke revandinê li her yek ji gundên Bsûfanê, Beiyê, Kebaşînê encam dan. Tê de zêdetirî deh kesan di nav wan kurdên Êzîdî jî hene hatin revandin.

Rêxistina Mafê mirovan li Efrînê derbarê revandinê de, zanyarî belav kirin û got ku, bi buhaneya pişkinînê û lêgerîna pêkînerên teqînê, bi wê hilmetê rabûn, di rastiyê de jî dixwazin tawan û nakokiyên xwe û kiryarên tesfiyekirinê veşêrin.

Heman rêxistinê ameje kir ku dema bi hilmeta revandinê rabûne, welatiyên hatine binçavkirin li pêş çavên malbata wan rastî lêdan, sifkatî û gotinên dûr ji rewştê hatin, û ji bo mala ku ji xwe kirine navenda leşkerî li gundê Îska birin. Di nav wan revandiyan de, welatî kurdê Êzîdî Dilbirîn Erebo jî hebû ku di Adara îsal de hatibû gulebarankirin, ji ber ku xwe ji biryarên heman çekdaran re stûxwar nekir, û biryara bicîhiştina mala xwe bi cî nekir, ji ber lêdanê ew çend revandiyên din serbest hatin berdan.

Her di vê derbarê de, sêxorên Turkiyê li bajarê Ezazê, roja Pêşema bûrî welatiyekî bitemen ji gundê Maratê yê Efrînê revand, û li hember serbestberdana wî banga pereyan kir.

Ji dema operasyona Turkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê û ta niha piroseya girtin û revandina welatiyan bi mebesta valakirina Efrînê û guhertina demoxrafiya wê, berdewam in, û komîta vegerandina mafan nikarîbû binpêkirin û stemkariyan rawestîne berûvajî wê yekê, rêjeya zordarî ji sepandina bacan, desteserkirin, zêde bûye.

Ş.E


414