Zarokekî Amûdê di pêşbirkeke bîrkariyê de yekemîn derçû
Zarokekî kurd ji şêniyên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di pêşbirkeke bîrkariyê de li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê yekemîn derçû.
Mîran Diyar Ibrahîm, zarokekî 9 salî ye, li Hewlêrê penaber e, karîbû di pêşbirka ku rêxistina Euro Math ya Elmanî bi rêk xistiye, bi ser bikeve û yekem bi dest bixe.
Mîdiya Qasim dayîka Diyêr taybet ji ARKê re da zanîn: Kurê min hîn li dibistanê bû guhdana wî bi bîrkarî û hejmaran hebû, min dît ku di waneya xwe de zîrek û serkeftî ye, lewma min got divê ez guhdanê bêtir bidim da ku beşdarî pêşbirkan bibe.
Qasim got jî: Em pê şanaz in ku di nav 70 berşdariyên ji çîna 9 saliyê de, yekemîn derçû û bi hêvî ne her yekemîn be.
Nûçegîhanê me li Hewlêrê tekez kir ku rêxistina Elmanî dê wî bide Elmaniya da ku beşdarî di pêşbirkeke li ser asta Ewropayê de bibe.
Mîran Diyar Ibrahîm ji bilî behremendiya xwe di bîrkariyê de, li tembûr û piyano jî dide.
208
