Çekdar û ereb malên kurdên Efrînê difroşin

Çekdar û ereb malên kurdên Efrînê difroşin

Nov 19 2020

ARK NEWS... Hevdemê vekirina nivîsgeha bi navê, vegerandina zordariyan, wate vegerandina mal û mulkên li herêma Efrînê hatine dizîn, tawan û kiriyarên dûr ji mirovatiyê di dermafê kurdên li ser xakê xwe mane, herwiha koçberan de têne encamdan û berdewam in, berûvajî ku mal û mulk werin vegerandin, lê belê malên kurdan ji aliyê girûpên çete û erebên nijadperest yên li Efrînê hatine bicîkirin, tên firotin.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê di raporteke xwe de di 19ê Mijdara 2020an de ragihand ku erebekî nijadperest nêzîk ji çekdarên Eniya Şamiyê mala kurdekî Efrînê yê bi navê Mustefa Elûş ji navçeya Bilbilê, bi 1200 dolarên Emerîkî firotiye.

Herwiha mala Mehmûd Şêxo ji gundê Meydana yê navçeya Raco bi 1000 dolarî firotiye. Her di vê derbarê de jî heman jêderê nişan bi wê yekê da ku çekdarekî Çeyş Elîslam mala welatiyekî kurd yê bi navê Azad Elî ji gundê Dumilya yê Mabeta bi gujmê 1300 dolarên Emerîkî ji xwe re firotiye.

Li gor rêxistina mafê mirovan hemû ew malên hatine firotin li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ne, weke çavdêr dibêjin ev ne cara yekê ye ku rewşên wiha têne belgekirin, gelek caran li navenda bajarê Efrînê û navça û gundên wê hatine tomarkirin û zevî, otombêl, terktor, alavên çandiniyê, mal û baxçe têne firotin.

Beriya çend rojan nivîsgehek bi navê vegerandina stemkarî û zordariyan hatibû vekirin, û serokê hevpeymaniya niştîmanê ya opozisyona Sûriyê Nesir Elherîrî, bi xwe serpireştî dikir, da ku mal û mulkên ku ji şêniyên Efrînê hatine dizîn û desteserkirin, careke din werin vegerandin, lê ew yek bi tenê ji deremcamên raporta netewên yekgirtî derbarê Efrînê de hat.

Li ser vê mijarê Dr. Xelîl Bakîr dema beşdariya xwe di bûltenek ARKê de tekez kir, û ew nivîsgeh li ser erdê nayê cîbicîkirin.

Li herêma Efrînê ji bilî dizî û desteserkirinê, piroseya girtin û revandina welatiyên Efrînê roj bi roj têne encamdan mebest jê ew ku kesên li ser xaka xwe mane koçber bibin, û li şûna wan de ereb û turkuman werin cîbicîkirin, û pilana guhertina demoxrafiya herêmê bi temamî biçe serî.

Ş.E




271