5 sal û Ehmed Sîdo ji aliyê PYDê ve revandiye
ARK NEWS... 5 sal ser revandina endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê li taxeke Helebê re derbas dibin û ta niha tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina wî de ne hatiye der .
Di 10ê meha 9an sala 2013an de girûpek ji çekdarên PYDê Ehmed Sîdo endamê PDK-Sê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li pêş mala wî revandin û berev ciheke nediyar birin û ta niha tu nûçe derbarê jiyana wî de derneketiye .
Tevî hewlên berdewam ji malbata Ehmed Sîdo ji bo diyarkirina çarenivîsa wî lê ta niha û piştî derbasbûna 5 sal ser revandina Sîdo re tu agahî li ser wî tuneye eger hîn di jiyanê de maye yan hatiye terorkirin .
Ehmed Sîdo xelkê gundê Hisê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye û neşteciyê taxa Şêx Meqsûd bû û beriya ku 4 Partî sala 2014an de bibin yek ew wek endamê partiya Azadî li Sûriyê bû .
Beriya du rojan roja girtiyên Sûriyê bû ku ji destpêka şoreşa Sûriyê û ta roja weke îro bi hezaran ji welatiyên Sûriyê ji Ereb û Kurdan di zindanên rêjîma Sûriyê, PYDê DAIŞ, Eniya Nesra û girûpên opozisiyonê de hene û piraniya wan di zindanê Sûriyê dene ku beriya neha 10000 navên girtiyan yên dibin eşkenceyê de hatibûn terorkirin belav kir û tevî wê yekê bi sedan di zindanên PYDê û rêjîmê de ne wek serkirde û endamên PDK-Sê girtîne ku di 24/10/2012an de endamê polîtbîroya PDK-Sê Behzad Dorsin ji aliyê PYDê hatiye revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyare herwiha parêzer Idrîs Elo ku 8/11/2013an de ji aliyê PYDê ve hatibû revandin serbsrî Mihemed Sîdo ku 5/11/2013e hatiye revandin û Ebdulrehman Apo endamê komîta navendî ya PDK-Sê ku 12/7/2017 ve hatibû revandin û bi dehan ji girtiyan tu zaniyarî li ser wan tune ne û danpêdanek fermî ji PYDê derbarê girtiyên navbûrî der neketiye .
683