283 firişte bi pêt û agirê Sînameya Amûdê de şehîd bûn

283 firişte bi pêt û agirê Sînameya Amûdê de şehîd bûn

Nov 14 2020

ARK NEWS .. Duh roja Çarşemê, 13ê Mijdara 2020an, 59 sal li ser komkujiya Sinameya Amûdê re derbas dibin, tê de bi dehan ji zarokên Kurd bûne qurbanî û şehîd bûn.

Di 13ê Mijdara 1960î, ango dema desthelatdariya Sûriyê û Misrê de, bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, rastî bûyerek xemgîn hat, ku bi pîlaneke pilankirî, Sîmaneya bajêr hate şewitandin, 283 zarok bûne qurbanî û şehîd bûn.

Sîname têra 200 zarokî dikir, lê derdora 500 zarok bi buhaneya nemayişkirina fîlmekê, û bi fermandariya rêveberê navçeya Amûdê , ew jimaraeya mazin xistin sînameyê de, tevî hatina şêniyên bajêr bi hawar, qêrîn, û nalîna zarokan ve, lê 283 zarok, ku temenê wan ne zêdetirî 12 salî ye, şehîd bûn.

Ji dema bûyerê û ta roja hatina rêjîma Esed li ser desthelatdariyê, komkujî li dijî nenasan hatiye tomarkirin, û tu lêkolîn û vekolîn nehatine vekirin.

Ş.E

373