
1000 malbatên Efrînê li Kobanê û Cizîrê di rewşeke xirap de dijîn .
Girûpên çekdar yên li Efrînê bi binpêkirinên xwe derheqê welatiyên kurd yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê de berdewam in û bi karê revandin û girtina ser malan radibin .
Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan raportek belav kir û têde got ku derdora 45 kesan ji devera Şêrawa ya Efrînê ji aliyê girûpên çekdar ve di 3ê meha Êlûn ve hatine revandin û ta niha tu zaniyarî û agahî li ser çarenivîsa wan tunene û her diçe binpêkirin derheqê welatiyan de zêdetir dibin .
Rewangehê li gor jêderên xwe bal kişand ser wê yekê ku jiber binpêkirinan bi dehan ji welatiyên kurd neçar dibin berê xwe bidin deverey Efrînê bitaybet Rojhlatê Firatê û piraniya wan jiber diyardeya xwestina pereyan li hember serbest berdana wan di dema girtinê de herweha tometên cuda cuda li ser wan têne sepandin dervin .
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku derdora 1000 malbat li kobanê û Cizîrê li Rojhilatê Firatê diminin û rewşa wan ya mirovî gelek xirap e û tu alîkarî ji wan re nayên pêşkêşkirin û ne guhdanek ji rêveberiya PYDê ya xweser derbarê rewşa wan malbatan de heye serbarî tunebûna kar û derfetên ku mirov derbara jiyana xwe dabîn bike ku beşek ji wan ew rewş ji rewangehê re dabûn xuyakirin û banga pêşkêşkirina alîkariyan kiribûn ku mal û milkên xwe li Efrînê hiştin û niha jî rastî xesmarî û neguhdanî tên .
Rewangeha Sûrî da diyarkirin ku girûpên çekdar pereyan li ser rêbendên xwe li ser welatiyên Efrînê despênin û her otombêlek derbas bibe divê pereyan bide û bi taybet li gundê Basûtê .
Û jiber rewşa ewlekarî xelkê bişevê nikarin bi serbestî derkevin û ew yek dihêle ku girûp bi serbestî karê diziyê bikin û beriya 5 rojan embareke mezin ji navenda bajêr hate dizîn têde kelûpelên elktirîkê û nav mal hebûn .
Û gelek caran girtin û binçavkirin têne encam dan bi tometên ku gilî li dijî wan re çûye lê mebest jê xwestina pereyan û afrandina estegî û rêgiriyane ku di çarçoveya 48 demijmêran de derdora 40 kesî hatine girtin û ta niha bê çarenivîsin.
Duh Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê daxuyaniyek şermezarî derbarê binpêkirinê girûpên çekdar û neguhdana Turkiyê wek welateke dagîrker belav kir têde metirsiya şerê Idlibê li ser guhertina demuxrafiya Efrînê da zanîn û ji xelkê xwest ku bi xak û gundên xwe werin girêdan û mal û warên xwe bernedin .
Ş.E
644