PKKê zarokekî Efrînî li Şehbayê revand

Nov 02 2020

ARK NEWS... Li kampên Şehbayê PKKê zarokekî 15 salî revand, dayika zarokê revandî Sulêman Mihmemd Hebeş, li ser torên civakî bangek belav kir û got ew ji şerê Efrînê reviyan da bi aramî li Şehbayê bijîn lê li Şehbayê zarokê wê yê tekane hat revandin.

Semîre dayîka Sulîman dibîje, kurê wê bi nexweşiya rebo ye, û nikare li ber sermayê bimîne, û ew ne yê hilgirê çekan e herwiha bi tena xwe mal xwedî dikir.

Dayîka Kurd tekez dike tevî ku li hemû ji navendên Şehbayê yên PYDê pirsa zarokê xwe kiriye lê tu aliyekî danpêdan nekiriye.

Zarokê navbûrî ji navçeya Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, û ji 10ê Cotmeha bûrî ve hatiye revandin.

Ş.E


427