Naveroka hevdîtina HAK-PAR û PDK-Sê

Naveroka hevdîtina HAK-PAR û PDK-Sê

Jan 04 2022

ARK NEWS… Îro 4ê Çileya 2022yan, li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê, Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê pêşwazî li şandeke pilebilind ji HAK-PAR ya Bakurê Kurdistanê kir.

Şand HAK-PAR ji serokê wê partiyê Letîf Îbozdemîr û şanda pê re pêk dihat, ji aliyê Dr. Ebdulhekîm Beşar, endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Seîd Umer, berpirsê nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê û endamê Komîta Navendî ya heman partiyê, û herdu Komîta Navendî Dr. Ehmed Melek û Mihemed Şêrîn li nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan behsa dawîn pêşhate û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê û çawaniya pêşxistina peywendiyan navbera herdu aliyan de kir. Di hevdîtinê de Dr. Ebdulhekîm bi hûrgulî ronahî xiste ser dawîn rewşa deverê bi giştî û binpêkirinên PYDê û PKKê di dermafê şêniyên kurd de kirin. Herweha di wê hevdîtinê de, Letîf Îbopzdemîr serokê HAK-PAR behsa ziyanên ku PKKê gihandiye doza Kurdî nexasim li Bakurê Kurdistanê kir.

Di lêdwaneke taybet de, Letîf Îbopzdemîr serokê HAK-PAR taybet ji ARKê ameje bi peywendiyên herdu partiyan kir û got: Peywendiyên me bi PDK-Sê re dîrokî ne , û pêwîst e em peywendiyên xwe bihêz bikin, da ku bêtir xizmeta doza kurdî bikin.

Di dawiya hevdîtinê de, tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan navbera herdu partiyan û tevger û saziyên kurdî û Kurdistanî hate kirin.

Ş.E

399