Qamişlo… PDK-Sê pêşwaziya El-Partî li nivîsgeha xwe kir

Qamişlo… PDK-Sê pêşwaziya El-Partî li nivîsgeha xwe kir

Oct 27 2020

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, di çarçoveya zincîra hevdîtnên xwe bi hejmarek partiyên siyasî Kurdî re, pêşwaziya şandekê ji Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Elpartî li nivîsgeha xwe ya rojhilatê bajêr kir.

Şanda Elpartî ji aliyê her yek ji Mihsin Tahir û Dr. Lazkîn Mihmed endamên polîtbîroya PDK-Sê ve hat pêşwazîkirin, û ji her yek ji Xalid Ibrahîm endamê polîtbîroya Elpartî û Selah Murad û Dara Mihemed endamên komîta navendî pêk dihat.

Dê wê hevdîtinê de behsa dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û deverê û rola bereya Aştî û Azadiyê ya ku jê tê xwestin ji bo yekkirina aliyên oqozisyonê û danûstandinên ENKSê û partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî gengeşe kirin, herweha di hevdîtnê de li ser bihêzkirina pêwendiyan di navbera herdu partiyan de hate tekezkirin.

Seredana Elpartî ji bo nivîsgeha PDK-Sê bi vexwendin ji PDK-Sê bû û di çarçoveya hejmarek civîn û hevdîtin bi partiyên kurdî siyasî re hatiye.

181