Rêjîma Sûriyê gundewarên Idlibê topbaran kirin
Wêne erşîf e

Rêjîma Sûriyê gundewarên Idlibê topbaran kirin

Oct 15 2020

ARK NEWS… Îro Çarşemê 14ê Cotmeha 2020an, çekdarên rêjîma Sûriyê gundewarên Idlibê li Bakûrê Rojavayê Sûriyê topbaran kirin, û di encam de hijmark sivîl birîndar bûn.

Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku çekdarên rêjîma Sûriyê gundê Afis li Rojhelatê Idlibê armac kir û di encam de hijmarek sivîl birîndar bûn.

Tevî ku di 5ê Adara bûrî rêkeftina agirbestê di navbera Turkiyê û Rûsyayê de hate îmzekirin, lê ew rêkeftin li Bakûrê Rojavayê Sûriyê ji aliyê çekdaran ve tê binpêkirin û şerûpevçûn berdewam in.

439