Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Îtalya re civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Îtalya re civiya

Sep 29 2020

ARK NEWS... Berî nîvroya îro sêşem 29/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Lorenzo Guerini Wezîrê Berevaniya Îtalya û şandeke li gel kir.

Li civînê de rewşa emnî ya Iraq û gefa grûpên çekdaran li nûnerên dîplomasiyê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraqê û gef û tevgerên Da’îş hate guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser girîngî û pêwîstiya berdewamiya karê hevbeş û erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraqê ya heta piştrastbûna ji navçûna yekcariya Da’îş kirin. Hevrê bûn ku hê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi hevkarî û piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heye û li vî derbarî de birêz Wezîrê Berevaniya Îtalya berdewam piştgîrî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo Îtalya dûpat kir ku li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da hevkariya serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Her wiha spasî Parlemena Îtalya kir ku rizamendiyê li ser berdewamiya erkê hêzên Îtalî li Iraq û Herêma Kurdistanê da û silav ji bo yek bi yekên serbazên Îtalya li Herêma Kurdistanê re şand.

Di derbarê pêşhatên rewşa Iraqê jî Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi dilgiraniyê ve li pêşhatên emnî yên Iraq û gefa grûpên çekdar ya li nûnerên dîplomatî dinêre û got: “Erkê nûnerên dîplomatî û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê girîng û pêwîste û ji bo hevkarî û piştgîriya li Iraqê û divê selametî û asayîşa wan bê parastin, Herêma Kurdistanê jî hemû piştgîriyek li hengav û rêkarên birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê ya ji bo rûbirûbûna gefan dike”.

Pêşhatên dawî yên belaVbûna pejika virusa Korona û sûd wegirtina ji ezmûna Îtalya ya li vî derbarî de û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, beşeke dinê vê civînê bûn ku birêz Wezîrê Karubarê Pêşmerge jî têda amade bû.

451