Mêrkil peywendî bi çalakvan Dirxam Fermano re kir

Mêrkil peywendî bi çalakvan Dirxam Fermano re kir

Sep 23 2020

ARK NEWS... Çalakvanê Kurd Dirxam Fermano peywendiyeke telefonî ji rawêjkara Elmanî Angêla Mêrkil wergirt, tê de ciwanê Kurd êş û azarên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê gihand wê.

Fermano ragihand ku Mêrkil bi rêya telefonê peywendî pê re kiriye, tê de êş û azarên miletê Kurd li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, û herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê jê re veguhestiye.

Ji aliyê xwe ve Mêrkil tekez kir ku ew li dijî tundûtûjiy ku di dermafê Kurdan de çê bûye û çê dibe ye. Herwiha ji mafê Kurdan e ku weke hemû gelan bi aştî bijîn.

Çalakvan Derxam Fermano xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji beriya çenda salan ve bi tena xwe mangirtinan li dar dixîne, û wêneyê şehîd û qurbaniyan hil died, û li pêş navendên hikûmî radiweste.

Ş.E


360