Bi sedan darên welatiyan li navçeya Raco ya Efrînê hatin şewitandin

Bi sedan darên welatiyan li navçeya Raco ya Efrînê hatin şewitandin

Sep 04 2018

ARK NEWS.. Careke din agir bi çiyayên Efrînê ket lê vê carê hijmarek mezin ji darên sirûştî û darên welatiyan da ber xwe û şewitand.

Duh roja Duşemê 3/9/2018 parçe vîdyoyek li ser tora civakî hate belavkirin têde agirek bi hêz bi darên zeytûnan yên welatiyan herwiha bi darên çiyayî yên gundê Hobika yê navçeya Raco ketiye.

Di parçe vîdyoya ku hatiye belavkirin têde bi sedan dar hatine şewitandin û ziyanek mezin gihiştiye darên zeytûnan ku di çarçoveya çend rojên bê de wê qonaxa yekê ji berhevkirina zeytûnan wê dest pê bike .

Li gor agahiyan ku bi sedan dar hatine şewitandin ku ji destpêka sînaryo şewtandina dar û çiyayên Efrînê ew car herî mezin bû ku ziyana herî mezin gihişte mal û darên welatiyan .

Tevî hebûna endamên Kum Sipî yên berevaniya sivîl ku beriya demekê 150 endam ji deverên ku ketine bin destê rêjîma Esed hatibûn Efrînê da ku bi karê xizmetguzarî rabin lê ew agir gelek dar li xwe girtin û tîmên berevaniyê xwe negihandin cihê şewatê ku di encamde darên welatiyan şewitîn .

Ew yek bû cihê ne razbûna xelkê ku ji ber xemsarî û neguhdanê ew dar hatin şewitandin ji ber ku zeviyeke ne asê ye û bi hêsanî endam û otobêlên agirvemirandinê karîbûn xwe bighînin cihê bûyerê û agir kontrol bikin.

Ji destpêka hatina girûpên çekdar ji nava Efrînê û her yek ji çiyayê Hawar û çiyayê gundê Raco û Cindirêsê Mabeta taxa Zêdiyê ya navenda bajêr û Şera û bi taybet gundê Meydankê hatine şewitandin bê ku kesên pê rabûne werin sizadan yan werin dadgehkirin yan herî kêm sînorek ji wan re were dayîn.
Ş.E



901