Serokê ENKSê: PKKê nahêle em û TEV-DEM li hev bikin

Serokê ENKSê: PKKê nahêle em û TEV-DEM li hev bikin

Sep 08 2020

ARK NEWS... Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) dibêje, ENKSê û TEV-DEM di danûstandinên xwe de pêngavên baş avêtine, lê PKK astengiyan derdixe û nahêle em û TEV-DEM li hev bikin, ji ber ku mercê me ew e ku PKKê qet destê xwe nexe nava karûbarên Rojavayê Kurdistanê de.

Serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera KDPê re ragihand: “Danûstandinên ENKS û TEV-DEMê berdewam in. Gavên baş hatine avêtin. Lê PKKê astengiyê çê dike. PKKê dizane ku dema em û TEV-DEM li hev bikin, wê demê dê ti rola wê li Rojavayê Kurdistanê nemîne, lewma bi hemû şêweyan astengiyan ji danûstendinan re derdixe, ji bo ku em li hev nekin.”

Siûd Mela her wiha got, yek ji şertên ENKSê ew e ku nabe PKKê destê xwe bixe nav karûbarên Rojava. Ji ber wê jî PKK niha dixwaze li pêşiya rêkeftina herdu aliyan bibe asteng, çimkî eger ENKS û TEV-DEM li hev bikin wê çaxê ti rola PKKê li wir namîne.

430