Ekterekî Sûrî çû ber dilovaniya Xwedê

Ekterekî Sûrî çû ber dilovaniya Xwedê

Apr 11 2020

ARK NEWS... Ekterekî Sûrî navdar, duh10ê Nîsana 2020î di temenê 78 salî de, çû ber dilovaniya Xwedê.

Li gor Sendîkeya Ekterên rêjîma Sûriyê ragihandiye: Ebdulrehman Ebû Qasim li Şama paytexta Sûriyê, ji ber kirîzeke dil koça dawî kir.

Ebû Qasim bi koka xwe ji Filistînê ye, ji sala 1948an de koçberî Sûriyê bû, û di nav hunera, Sûriyê de cihê xwe girt û navdar bû.

Ebdulrehman Ebû Qasim, jidayîkbûyê 1942yan e, di gelek zincîrên dirameya Sûrî û Erebî de beşdar kiribû û bi rolên qehremaniyê radibû.

Navbûrî di temenê 78 salî de, çû ber dilovaniya Xwedê.

Ş.E

400