Çekdarekî Ehfad Elresol gefa serjêkirina welatiyekî kurd dide

Çekdarekî Ehfad Elresol gefa serjêkirina welatiyekî kurd dide

Sep 02 2018

Girûpeke çekdar li Efrînê gefa serjêkirina welatiyekî Kurd dide eger malbata wî pereyan nede wê girûpê

Di girtevîdyoyekê de , çekdarekî rûnuximandî yê girûpa bi navê Ehfad Elresûl ku yek girûpên çekdar yên li Efrînê ye , û gundê Bedîna yê navçeya Mabeta kontirol dike , kêrê datîne ser stûyê welatiyê Kurd yê bi navê Xesan Hesen Fewzî û daxwaza Deh melyon lêreyên Sûriyê li malbata wî dike li jêr gefa serjêkirinê eger wan pereyan nedin.

Xesan bi xwe xelkê gundê Bedîna yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye , ji dayîkbûyê 1975an e û bavê Sê zarokan e , û bi bihaneya girêda Xesan bi PYDê ve , wan çekdaran ew revand û molet ta dawiyê Eylûnê dane malbata wî eger Deh melyonan nedin û li jêr gefa serjêkirinê .

Li gorî agahiyan ku girûpa Ehfad Elresûl êrîşî mala Xesan kir û ew girtin , Sê melyon lêreyên Sûriyê û zêr û kelûpelên nav dukana wî ya parçeyên otombêlên jî birin.

Malbata Xesan ji aliyê xwe ve gilî li cem serkirdayetiya wê girûpê herwiha li cem artêşa Turkiyê kiriye û ta niha tu bersiv derbarê çarenivîsa Xesan wernegirtine.

Bûyerên sitandina pereyan weke meric ji bo serbestberdanê herwiha weke meric ji bo vegera mal û mulkan yan ji bo veger bo malên xwe ji aliyê girûpên çekdar ve li Efrîn û gundewarên wê gelekî berbelav bûye , û welatî jî ji ber wan kiryar û binpêkirinên rastî astengî û metirsiyê tên.



560