Efrîn .. Hilmeteke girtin û revandinê li gundê Birc Heyder

Efrîn .. Hilmeteke girtin û revandinê li gundê Birc Heyder

Sep 01 2018

Binpêkirin û revandin di derheqê welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e .

Jêderek taybet ji bajarê Efrînê ji ARKê re ragihand ku girûpa çekdar ya bi navê Feyleq Elşam li gundê Biric Heyder ya ser bi navçeya Şêrawa ve ya Efrînê bi hilmetek girtinê rabûn û 16 ji welatiyên gund yên bi temen mezin revandin .

Jêderê herwiha serbar kir û got ku welatiyên hatin girtin rastî lêdanek tund ji aliyê girûpa Feyleq Elşam ve hatin û ew berev cihekî ne diyar ve birin.

Û navê girtiyan ev in :

Bekrî Reşîdo Hesen yê bi temen 60 salî
Mihemed Mehmûd Gule Xeyrî 57 salî
Nebo Mihemed Gule Xeyrî 33 salî
Ehmed Mihemed Gule Xeyrî 28 salî
Kemal Xelîl Hesen 20 salî
Xiyat Xelîl Sulêman 32 salî
Mihemed Hemo Sulêman 33 salî
Arif Ebod Sulêman 40 salî
Umer Ebûd Sulêman 44 salî
Sulêman Ebûd Sulêman 40 salî
Ehmed Mehmûd Gule Xeyrî 43 salî
Xelîl Nibo Gule Xeyrî 46 salî
Mustefa Ibrahîm Gule Xeyrî 54 salî
Sulêman Mihemed Gule Xeyrî 60 salî
Elî Mustefa Hesen 45 salî
Sulêman Ehmed Sulêman 20 salî ye .
Ji aliyê girûpa Feyleq Elşam ve hatin revandin .

Girûpên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi karên mîna lêdan kuştin talankirin şewtandina berhemên çandiniyê revandin û diziyê radibin û bi sedan welatî hatine revdin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e û tu aliyek sînorekî ji van kiryaran re danayne





641