Emerîka: Dûbareavakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye

Emerîka: Dûbareavakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye

Aug 22 2020

ARK NEWS... Nûnera Emerîka di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de got, ku dûbareavakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye.

Kêlî Kiraft nûnera Emerîka di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de ragihand, ku welatê wê herdem piştevaniya karê Gêr Pêdirson şandiyê taybetê Emerîka bo Sûriyê dike.

Herwiha Kiraft daxwaza encamdana hilbijartinên azadane zelal bi serpiriştiya Netewên Yekgirtî li Sûriyê kir, û tekezî li ser pêwîstiya bidawîhatina gendelî û şer li tevaya Sûriyê di zûtirîn dem de kir .

Nûnera Emerîka di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de tekez kir, û got jî bi bê çareseriya siyasî dûbareavakirina Sûriyê dest pê nake wate dûbareavakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye .

367