Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya sersala nû ya koçî peyamek belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya sersala nû ya koçî peyamek belav kir

Aug 20 2020

ARK NEW... Bi boneya sersala nû ya koçî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: Bi boneya hatina serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû ya koçî, sala xêr û xweşiyê û aramiyê û bidawîhatina qeyranan û nehemetiyan li Kurdistan û cîhanê be.

Di peyamê de hat: Bîranîna gewre ya koçkirina Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê be) li tevahiya Misilmanan pîroz be.

220