Elbehra: Eger heye civîna Cinêfê were paşxistin

Elbehra: Eger heye civîna Cinêfê were paşxistin

Aug 13 2020

ARK NEWS... Biryar e di demeke nêzîk de gera 3an ji civînên komîta distûra Sûriyê ya nû li Cinêvê dest pê bike.

Hadî Elbehra hevserokê komîta distûra Sûriyê ya nû ragohand, ku şanda opozisyona Sûriyê niha amadekariyên xwe ji bo despêkirina gera 3an ji civînên komîteya distûrî re ya ku piştî çend rojên din wê li Cinêvê were encamdan dike.

Elbehra amaje bi wê çendê jî kir û got ji ber metirsiya belavbûna korona egerek heye, ku civînên komîteyê werine paşxistin.

Derbarê derencamên komîta distûra Sûriyê ya nû, Elbehra got, tevî derbasbûna salekê li ser karê komîteyê re, lê ta niha tu derencamek bi dest nexistiye lê giringiya vê komîteyê ew e, ku mîkanîzim û berhemê yekem rêkeftina siyasî ye li jêr proseya siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî 2254 re.

509