PKK Çi Dike???

PKK Çi Dike???

Aug 06 2020

Nivîskar: Bûbê Eser

Heger mirov li pêvejoya pkk ya ji roja wê ya ewil û heta niha binêre, mirov dikare bêje; gelo ji bona kurdan çi anî ye? Kuder azad kirî ye? cih û warê ku ew dê lê şer bike ku der e û wir niha di çi rewşê de ye?

PKK li gor bîr û raya xwe, li gor berjewendiya dagirkerên kurdan û li gor îdeolojiya xwe rast dike. Rast dike ji ber ku pkk ne ji bona azadiya kurdistanê an jî rizgarkirina kurdan hatiye damezrandin. Min û gelek canik û camêran me li ser pkkê gelekî nivîsiye. Me çi nivîsiye?

Ez ê hewl bidim dîsa binivîsînim. Min biryar da bû ku êdî li ser pkk nenivîsînim. Lê carna mirov mecbûr dibe ku soz xwe pêk nayne. Min çima xwe mecbûr dît ku dîsa binivîsînim? Ji ber ku kurd zû tiştan ji bîr dikin. Heta weha ji bîr dikin ku carna do jî nayê bîra wan. Ha me çi nivîsî bû?

Me gelek caran nivîsîbûn ku pkk bi destê dagirkeran hatiye damezrandin da ku pêşî li azadiya her çar perçê kurdistanê bigire û nehêle kurd azad bibin, aramî û xweşiyê bibînin.

Heger mirov li pêvejoya pkk ya ji roja wê ya ewil û heta niha binêre, mirov dikare bêje; gelo ji bona kurdan çi anî ye? Kuder azad kirî ye? cih û warê ku ew dê lê şer bike ku der e û wir niha di çi rewşê de ye?

Plan û projeya dagirkeran ew bû ku li kîjan perçê kurdistanê aramî û rehetî hebe, ku der berbi azadî û serxwebûnê ve here, divê ew der bi destê pkk têk here. Heger nikaribe têk jî bibe, divê nehêle ku li wir aramî peyde bibe.

Dema helwesta pkk ev be, êdî pêwîstî nake ku mirov her tim bêjê û bibilîne. Ji xwe, ji karê wê jî tê dîtin ku heta ji destê wê bê dê nehêle kurdistan azad bibe û kurd rehetî û aramiyê bibînin.


Bala xwe bidinê û bi bîr bînin da ku em bizanibin, dema başûrê kurdistanê azad bû,(1991) pkk ew azadî weke kelemekî di pişta ereb,tirk û farisan de dît loma jî li hemberî başûrê kurdistanê şerekî baş kirin. Lê bi ser neketin û fêm kirin ku ewên bi şer bi ser nekevin.

Loma ji wê rojê de dest avêtin karê xerab, fesadî, gelajî, fen û fitne bû karê wan yê sereke da ku nehêlin başûrê kurdistanê bibe serbixwe û dewleta kurd bê ragihandin.

Çi kirin, nekirin, li başûrê kurdistanê bi ser neketin. Loma jî rola xwe ya talî li ser serê Şengalê dane lîstin. Daîş xistin wir, ya jî ji qan re bûne alîkar da bikevin wir. Wir bi destê Daişê perîşan kir û hema medya pkk roja ewil hazir bûn ku propagandeyên xerab li hemberî herêma kurdistanê û pêşmêrgeyên qehraman kirin.

Her ew jî kirin, lê bi ser neketin. Gelek cih û war Daîşê ji wan re hiştin û çûn. Wan jî got me vir azad kirî ye loma em ê êdî ji vir dernekevin.

Dernakevin û serêşiyan dikin. Çima? Ji bona başûrê kurdistanê serxwebûna xwe ranegihîne çi ji wan bê dê texsîr nekin û nakin jî.

Niha problem û serêşiya herî mezin li Şengalê ye. Li wir pkk rol û erkên xwe yên talî dilîze. Li gor talîmatên dagirkeran li wir tevdigerin û ji dagirkeran jî alîkarî û çekana digirin.

Di destê pkk bi hezaran kurd hatine kuştin. Bi hezaran gund hatin xerabkirin. Bajar û bajarok wêran kirin. Bi milyonan kurdan cih û warê xwe hiştin reviyan metropolên tirkan.

Ez hemû tiştî li aliyekî datînim û dibêjim; gelo çima pkk naxwaze ji Şengalê derkeve? Bersîv diyare. Ji ber ku Dagirker naxwazin loma.

PKK ewqasî xerabî, malwêranî, kuştin kir, lê gelo partî û rêxistinên me yên ku van tiştên pkk rast nabînin çima nabêjin pkk êdî bes e.

Bes e ne bi gotin, xwepêşandinan li dar xin, belavokan belav bikin, di malperên xwe de vê binivîsînin. Civînên çapemenî li ser van kiryarên pkk yên qirêj bêjin û binivîsînin.

Heta ku li her çar perçên kurdistanê dengê kurdan bi awayekî berz li hember pkk dernekeve ew ê her karê xwe yên qirêj berdewam bikin. Niha kelema mezin ya di pişt kurdan de pkk ye.

Herêma Kurdistanê li gel parlemena xwe divê bibin xwedî helwestekê li ser pkkê. Li perçên din û li ewropa jî divê êdî kurd li hember pkk xwepêşandanan li dar bixin. Medyayên xwe ji bona kiryarên qirêj ê pkk bi kar bînin.

Divê kurd bi çalakiyên demokratik ji ewropa û dostên xwe re bidin diyar kirin ku pkk ne rêxistina kurdan e û ji bona azadiya kurdan têk bibe kar dike.

Êdî di her warî de diyar û eşkere bûye ku pkk rêxistina dagirkeran e. Loma jî kar û erkê wê yên ji bona kurdan ew e ku kurdan tune bike û nehêle kurdistana serbixwe bê ragihandin…

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

632