Welatiyekî Kurd dema avjenî dikir jiyana xwe ji dest da

Welatiyekî Kurd dema avjenî dikir jiyana xwe ji dest da

Aug 05 2020

ARK NEWS... Li navçeya Şera li bendava Meydankê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh 4ê Tebaxê 2020an, welatiyekî Kurd dema avjenî dikir binav bû û jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî dana zanîn du dema welatiyê bi navê Welîd Hiso avjenî di dendava Meydankê de dikir binav bû û jiyana xwe ji dest da.

Piştre termê navbûr ji aliyê tîmên berevaniya Sivîl ve heta derxistin, da ku ji bo kesûkarên wî were radestkirin.

Lê hin jêderan behsa wê yekê kir ku, xemsarî û neguhdana tîma berevaniya Sivîl hişt ku welatiyê navbûrî jiyana xwe ji dest bide.

Ş.E


221