ENKS û PYNK di gera 2 an de wê danûstandinan derbarê rêvebirina deverê bikin

ENKS û PYNK di gera 2 an de wê danûstandinan derbarê rêvebirina deverê bikin

Aug 04 2020

ARK NEWS.. Qûnaxa 2an ya danûsandinan navbera ENKS û PYNK destpê kir.

Fêsel Yûsif Endamê Desteya Serokatiya ENKS bo ARKê ragihandibû ku ewê di gera 2an de çawaniya rêvebirina hevbeş bo deverê gotûbêj bikin , û danûstandin di vê derbarê de berdewam in heta ku bighêne rêkeftineke hevbeş.

Herweha Yûsif tekez kir ku rêkeftina leşkerî ku vegera Leşkerê Roj li xwe digre wê bo gereke din ya danûstandinan bimîne , ji ber piştî li hevtêgiheştina Siyasî , li ser çawaniya rêvebirina deverê rêkeftin wê were kirin, û sêyemîn qûnaxa danûstandinan li ser xala leşkerî û vegera Leşkerî Roj wê were kirin.

Berya niha Silêman Oso Endamê Desteya Serokatiya ENKS gotibû ku Emerîka û pyd erêkirina destpêkî li ser vegera Leşkerê Roj bo Rojavayê Kurdistanê dane.

256