Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera karesata Şingalê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera karesata Şingalê

Aug 03 2020

ARK NEWS... Îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş saliya Jenosayda Êzdiyan û karesata Şingalê dikîn. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xûşk û birayên me yên Êzdî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên Da’îş. Hîç kesek bawer nedikir li sedsala bîst û yekê da mirovayetî careke din mergesateke wiha dibînê ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo giyanê pakê qurbaniyên karesata Şingalê û tevahiya xûşk birayên Êzdî.

Di demek da vê bîranîna bi êş dikîn, mixabin hê jî ji birîna xûşk û birayên me yên Êzdî xwîn jê diçê û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê de dijîn. Şingal û navçeyên dinê Êzdiyan hê jî nehatine avadan kirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan têda nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzdiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasîne.

Li vê bîranînê de dûpat dikîn ku Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avadankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasênin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.

Xûşk û birayên Êzdî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Li vê salvegerê de tekez li ser kûrkirina wê çandê dikîn û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikîn ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikîn li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibîn.

Silav li giyanê pakê wan Pêşmergeyên qehremanan ku bi serpereştiya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şingalê rizgar kirin û bo wê navê da giyanê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkariyê pêşkêşê Êzdiyan kirin. Xûşk û birayên Êzdî piştrast dikîn ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan da dibîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/08/2020

401