Efrîn .. Sê cêgirên Serokên Encûmenên Xwecihî hatine armanckirin
ARK NEWS .. Ji roja damezrandina Encûmenên Xwecihî yê Efrînê û herdem astengî û rêgirî ji karê wan re ji aliyê girûpên çekdar ve têne dirust kirin û hin caran digihe asta ku rastî lêdan û eşkenceyê werin û ta niha Du ji endamên encûmenên xwecihî hatine terorkirin û Yek hatiye eşkencekirin
Ji kesên hatine terorkirin Yek ji wan hatiye belgekirin ku bi destê girûpên çekdar hatiye terorkirin û endamekî din jî tevî li xwe girtine girûpek ser PYDê ve nehatiye diyarkirin ku kîjan alî ew teror kiriye û nezelaliyek derbarê terorkirina wî de heye .
Duh roja Çarşemê 29/8/2018 Du çekdar derdora 11ê şevê bi matorên xwe êrîş birin ser mala Parêzer Daûd Umer ku bi xwe cêgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Mabeta ye û ji ber lêdanê rastî şikandin di laşê xwe de hatibû ji ber destêwerdana hevjîna wî ji bûyerê re rastî hin birînên biçûk hatibû û ji bo norîngeha navçeyê hatin veguhestin .
Di 6/8/2018 parçe vîdyoyek hate belavkirin têde girûpek ser bi PKKê ve navê Xedeb Zeytûn terorkirina cêgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şera Ekaş Hecî Ehmed û li xwe girt.
Û dema xelkê gund berê xwe dan cihê bûyerê termê wî li wê derê tune bû .
Û tevî li xwe girtina girûpa Xedeb Elzeytûn û belavkirina malperên PYDê wek malpera Hawar ji nûçeyê re lê ta niha ne zelaliyek derbarê terorkirina wî de heye û hin jêder dibêjin ku Ekaş hîn di jiyanê de ye û bi tenê PYDê terorkirina wî li xwe girtiye û ya rast ew e ku kesên pê rabûne ne ji PYDê ne.
Di roja Dûşemê 11/8/2018 piştî hilmeta girtin û binçavkirinê ji aliyê çekdarên Emşat ve ser navenda navçeya Şiyê û girtina bi Dehan welatiyên Kurd yên Şiyê û piştî lêdan û eşkenceya welatiyan di zîndanan de ku ji wan Serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê Ehmed Hesen û cêgirê wî Ehmed Şêxo jî hebû û ji ber birînên cêgirê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şiyê Ehmed Şêxo yên giran jiyana xwe ji dest da û şehîd bû .
Ji bilî terorkirin û lêdana girûpên çekdar rêgirî ji karê encûmenan re dirust dikin û ji ber destêwerdana wan çekdara ji bo karûbarên Encûmena Xwecihî ya navenda bajarê Efrînê di 1/8/2018 Encûmena Xwecihî karê xwe rawestand da ku mercên xwe werin cîbicîkirin ku ew yek ji ber destêwerdana çekdarên sêxûrî û ewlekariyê ji karê encûmenan re hate kirin.
Tevî tunebûna rêkarên guncaw û kêmbûn û lawazbûna alîkariyan ji bo her Heft encûmenan re Efrîn Şiyê Raco Cindirêsê Şera Bilbilê Mabeta lê di karê xwe de berdwam in û herdem û li gor karîn û şiyanên xwe alîkariyan ji Kurdên Efrînê re û derbiderên ereb re pêşkêş dikin.
Ş.E
534
