Teqînek bajarê Efrînê hejand

Teqînek bajarê Efrînê hejand

Aug 30 2018

ARK NEWS .. Di çarçoveya 14 rojan de Sê teqînên bi hêz navenda bajarê Efrînê hejand ku di encam de şehîd birîndar û ziyanek mezin gihişt mal û milkên welatiyên Efrînê û ya herî dawiyê şeva Pêncşemê roja Çarşemê 29/8/2018 bû .

Jêdereke taybet ji nava bajarê Efrînê ji ARKê re ragihand ku teqînek bi hêz navenda bajêr hejand ku li ser riya Raco nêzîk Nanpêjgeha Ebû Imad li cem dibistan Rêfiyê û Fêsel Qedûr bû, di encama wê teqînê hijmarek welatî bûne qurbanî û ziyanek mezin gihişt malên welatiyan .

Jêderê amaje bi wê yekê kir û got ku qurbaniyên teqîna demijmêr derdora Nehê şevê rûda bû ji derbiderên ereb bûn û dengê otombêlên hawarçûnê dihate bihîstin û birîndar berev Turkiyê dihatin şandin.

Di Yekem roja cejna Qurbanê de 21/8/2018 teqînek wiha demijmêr 8.20 rûda bû û ew jî li ser riya Raco li navenda bazar nêzîk Dermanxaneya Haşim çêbû û di encama wê de birînda hebûn û ziyanên madî hatibûn tomarkirin.

Di 15/8/2018 teqînek bi hêz li serê Dibistana Fêsel Qedûr ew jî ser riya Raco nêzîk dewera Newroz demijmêr 11.4 xulekan de çêbû û ziyan bi tenê madî bû û tu kes rastî ziyanê ne hatibû.

Di 15 heyva Tebaxê de û ta 29ê heman heyvê ango di çarçoveya 14 rojan de Sê teqîn li navenda bajêr hatin rûdan û ta niha ne hatiye diyarkirin ku kîjan alî bi van teqînan radibin û mebesta wan çi ye.

Ş.E

523