Emerîka dest bi avakirina mezintirîn bingeheke leşkerî kiriye

Emerîka dest bi avakirina mezintirîn bingeheke leşkerî kiriye

Jul 26 2020

ARK NEWS... Hêzên Emerîkê yê li Rojavayê Kurdistanê dimînin dest bi avakirina mezintirîn bingeh li wê herêmê kiriye.

Malpera Basews li ser zarê jêderek xwe ragihand ku hêzên Emerîkî dest bi avakirina bingehekê li herêma Şedadê yê derdora Hesekê kiriye.

Heman jêderê tekez kir ku ew bingeh dê bibe mezintirîn bingeha leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ye û pisporên Emrîkî gihiştin wê derê da ku serpireştiya avakirina berferhkirina bingehê bikin.

Jêderê tekez kir ji ber mana Emerîka di Sûriyê de pêwîstiya wê bi bigeheke stratîjî heye û ew cih cihekî her girîng e ku bingeha xwe berferhtir bike û cihê xwe bigire.

Ş.N

267