Xwecihiyên ENKSê semînarek li dar xist

Xwecihiyên ENKSê semînarek li dar xist

Jul 25 2020

ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li bajarê Hesekê, duh roja Înê 24.07.2020, semînarek siyasî li dar xist.

Di demjimêr 6 êvarî herdu xwecehiyên Hesekê yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê semînarek siyasî ji cemawrê xwe re li dar xist û tê de hejmarek mezin ji endam û siyasetmdar û cemawrê ENKSê beşdarî di semînara siyasî de bûn.

Semînar ji aliyê Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serokatiya ENKSê û berpirsê rêveber yê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ve hat pêşkêşkirin.

Di semînarê de li ser dawîn rewşa siyasî û danûstandinên di navbera aliyên kurdî de li Rojavayê Kurdistanê hate rawstandin.

363