Hikûmeta Sûriyê ya demkî daxuyaniyek belav kir
Çekdaran mala Kurdekî li Serê Kaniyê ji xwe re kirine mizgeft

Hikûmeta Sûriyê ya demkî daxuyaniyek belav kir

Jul 16 2020

ARK NEWS... Beriya du rojan, Wezareta Berevaniyê ya ser bi Hikûmeta Sûriya demkî ya opozisyona Sûriyê, daxuyaniuek derbarê vekişana çekdaran ji bo derveyî bajaran Li herêmên di bin destê wan de belav kir.

Wezaretê di daxuyaniyê xwe ragihandiye ku, piştî girûpên çekdar yên artêşa niştîmanî di karê xwe de bi ser ketin, wezaretê bi berdewamî bi fermandaran re rewşa giştî li herêmên di bin destê wan de dişopîne, û ew wek artêşa niştîmanî û wezareta berevaniyê, desteya erkanan, li sivîlan dinêrin ku wek biran e û divê werin parastin û rewan, rûmet, mal û mulkên wan jî werin parastin.

Li ser vê yekê her yek ji çekdarên Sultan Mûrad, û Hemzat, yên ser bi feyleqa duyem biryar da ku navendên xwe ji bajarên Efrîn û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo eniyên şer veguhêzin, herwiha feyleqa sêyem jî beriya demekê bi destpêşxeriyeke wiha rabû û navendên xwe jib o derveyî Efrînê veguhestin.

Daxuyaniyê tekez kiriye ku ew gav ji bo dabînkiria rihetiya sivîlan li her herêmeke di bin destê wan de tê , û wê yekê pîroz dike ku cihê rast yê çekdaran eniyên şer in, da ku sivîl ji dujminan werin parastin, û her sê feyleqên artêşa niştîmanî dê cihê bawariyên bin û dê ewlakarî û rihetiyê jê re ji xelkê re dabîn bikin.

Ji aliyê xwe ve jêdereke taybet ji ARKê re da zanîn ku di 13 mehê de desteya serokatiya hevpeymaniya niştîmanî ya opozisyona Sûriyê civînek li dar xisit, tê de mijara derxistina çekdaran ji nava bajaran gotûbêj kir.

Jêderê tekez kir ku her yek ji Nesir Elherîrî serokê nû yê Itîlafê, û cigirên wî Dr. Ebdulhekîm Beşar, Ruba Hebûş, û Uqab Yehya û emîndarê giştî Ebdulbasit Ebduletîf ameda bûn. Di rêya enternetê re jî her ji serokê hikûmeta Sûriya demkî û Wezîrê Berevaniyê beşdar bû.
Di civînê de biryar hate dan ku çekdar ji nav bajaran derxînin, û diyardeyên çekdarî ji bajarên Efrîn û navçe û gundê wê herwiha Serê Kaniyê û Girê Spî jî nemînin.

Ji dema ku her yek ji bajarên Kurdî Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî ketine di in destê çekdaran de, di her taxeke bajêr û kolanek gundan, di malên Kurdan de ji xwe kirine navenbên leşkerî, û bi buhanuya parastina sivîlan, bacan li ser wan disepînin, lê tevî wan idîyan rojane binpêkirin, ji teqîn, û kiryarên nemirovî têne encamdan, her dem çavên şêniyên wan herêman lê ye ku ev biryar têkeve ware cîbicîkirinîê de û derbider vegerin ser mal û mulkên xwe.

Ş.E

978