Kobanê .. 2 sal li ser terorkirina endamekî PDK-Sê û Çarê din li ser destê DAIŞê re derbas dibin

Kobanê .. 2 sal li ser terorkirina endamekî PDK-Sê û Çarê din li ser destê DAIŞê re derbas dibin

Aug 28 2018

ARK NEWS .. Di rojeke weke îro de 26/8/2016an de rêxistina DAIŞê ya terorî bi karê terorkirina Pênc welatiyên Sûriyê Sê ji wan Kurd in û Du jî Ereb in rabû ji nav welatiyên ku rastî terorkirinê hatine Du Kurdên Kobanê ne û Yek ji Kurdê Babê yê Rojhilatê Helebê ye û Du welatiyên Ereb yê Sûriyê ne ku li bajarê Reqayê bi şêweyekî hovane hatin terorkirin.

Rêxistina DAIŞ di sala 2014an de destê xwe danî ser gelek deveran li Sûriyê û Iraqê û hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî kontrol kirin.

Bidestdanîna wê rêxistinê li ser hin deveran li Rojavayê Kurdistanê mîna Kobanê û Girê Sipî gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê weku dîl hatine girtin di destê DAIŞê de çekdarên rêxistina terorîst ya DAIŞê welatiyên Kurd eşkence dikirin ta niha jî bi Sedan welatiyên Kurd yên Rojavayê Kurdsitanê di destê rêxistina navbûrî de hatine şehîdkirin.

Çekdarên DAIŞ vîdyoyek ser malperên xwe belav kir û têde terorkirina Pênc welatiyên Sûriyê ragihand ku Du welatî ji wan xelkê bajarê Kobanê û welatiyekî din jî ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê bû herwiha Du welatiyên din jî Erebên Sûriyê bûn ji wan welatiyê bi navê Hecî Elî Îsa û Xelîl Ibrahîm Xelîl ku xelkê bajarê Kobanê ne û Yehya Genco ji bajarê Babê ye û herdu welatiyên Ereb yên bi navê Şemis Eldîn Xelîl ku xelkê gundewarên Minbic û Miwefeq Elsalih ji gundê Qeryetên ne belav kir û di riya wê vîdyoyê re malbatên wan nûçeya şehîdbûna wan bihîstin.

Hecî Elî Îsa yê ji dayîkbûyê sala 1996an e di roja 26ê meha Şeşan ya sala 2014an de ketibû destê rêxistina DAIŞ de xelkê gundê Bîr Nasir yê gundewarên Başûrê Rojhilatê Kobanê ye ji hoza Heyderate û endamê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya bû.

Piştî girtina wî ji aliyê DAIŞ ve çekdarên PYDê jî bav û birayê wî di wê demê de girtin û lêkolîn bi wan re kirin bi tometa ku Hecî Îsa peywendiyên wî bi DAIŞê re hebû .

Çekdarên DAIŞ Hecî Elî Îsa çend caran di navbera bajarên Bab û Reqayê ve veguhestine heta ku di dawiyê de li bajarê Reqayê li ser destê zarokekî hate terorkirin.

Yek ji kesên din yên ku terorîstên DAIŞ ew teror kiribûn xelkê bajarê Kobanê ye bi navê Xelîl Ibrahîm Xelîl 50 salî bû û xelkê gundê Qeremog yê Rojhilatê Kobanê bû û li bajarê Minbic karê bazirganiyê dikir Xelîl Ibrahîm Xelîl li gel kurê xwe Kamîran bi tometa PYDê hatibû girtin tevî ku ew berê endamê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê bû û karê bazirganiyê li Minbic dikir.

Welatiyê din yê Kurd ku DAIŞ ew terorkiribû di vîdyoya DAIŞ de diyar dibe Yehiya Genco ye xelkê devera Babê yê Rojhilatê Helebê bû çekdarên wê rêxistina terorî Yehya girtibûn û tenê ji ber ku ew Kurd bû hatibû girtin û her Pênc navbûrî li ser destê Pênc zarokên ku her yek ji welatekî bû li Reqayê bi şêwayekî hovane hatin terorkirin.

Çekdarên rêxistina terorî ya DAIŞ dîlên Kurd di navbera bajarên dibin kontrola xwe de vedughezand û di dema mana wê rêxistina tororê gelek ziyan li welatiyên Kurd û ereb li deverên Rojhilatê Sûriyê û Rojhilatê Helebê û bajarên Kurdî de gihandin wan .

Û ta niha hîn bi Sedan welatî bê çarenivîs in û hêviya malbatên wan ku çavên xwe bi dîtina kurên xwe kil bikin.

500