Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê qet dilsozî û piştevaniya John McCain jibîr nake

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê qet dilsozî û piştevaniya John McCain jibîr nake

Aug 26 2018

Bi boneya koça dawî ya Senator û siyasetmedarê Amerîka John McCain, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û tê de got ku McCain diostekî dilsoz ê gelê Kurd bû.

Senator û siyasetmedarê navdarê amerîkî û dostê Kurdan, John McCain îro yekşmê di temenê 81 saliyê de koça dawî kir.

Ev jî tekesta wê peymê ye:

“Koça dawî ya siyasetmedarê hêja û kesayetiya navdar ê Amerîka û dostê dilsoz ê gelê Kurdistanê John McCain ez xembar kirim. Bi vê boneya nexweş ez ji dil sersaxiyê ji malbat û dostê McCain re dixwazim û ji wan re dibêjim ez hevxem im bi we re. Ji Xwedayê mezin lavakarim ku rehma xwe li McCain bike û cihê wî bike buheşt.

Ji gelê Kurdistanê re jidestdana birêz McCain ziyaneke mezin bû. Ji ber ku ew dostekî dilsoz ê gelê Kurdisanê bûye û xemxûr û parêzerekî dijwar bû bo mafê Kurdan. Berdewam bergirî dikir li mafên gelê Kurdisanê û hewl dida Kurd bighên mafên xwe. Gelê Kurdistanê qet dilsozî û piştevaniya birêz McCain jibîr nake û dê her rêzê li wî bigre.

Rihê wî şad be

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

452