Serok Barzanî bi koçadawiya birêkarê Mîrê Êzdiyan nameyek belav kir

Serok Barzanî bi koçadawiya birêkarê Mîrê Êzdiyan nameyek belav kir

Jun 16 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî nameyek bi koçadawiya Mîr Kamîran Xeyrî Beg birêkarê Mîrê Êzdiyan belav kir. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke zêde me xeberê oxira dawiyê ya Mîr Kamîran Xeyrî Beg wekîlê Mîrê Êzdiyan yê karubarên olî bihîst. Xwedê jêrazî Mîr Kamîran kesayetiyekê Kurdperwer û welatparêz û xwedan soz û berkeftiyê malbata Mîran û Kurdên Êzdî bû û ji dest dana wî kesereke mezine.

Bi vê helkefta xemgîn sersaxî û serxweşiyê li Mîr Hazim Tehsîn Beg û malbata Mîrî û Civata Rûhanî û tevaya xuşk û birayên Êzdî dikîn. Ji xwedayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bidete kes û karên rehmetî û hemî Kurdên Êzdî û ruha wî şad bît û cihê wî beheşta berîn bît.

Mesûd Barzanî
16.06.2020

300