Sûriyê... 7 kes li gundewarê Şamê bi koronayê ketin
Jun 16 2020
ARK NEWS... Tendirustiya rêjîma Sûriyê pêketina 7 kesên din bi vayrosa koronayê li deverên jêr kontrola xwe de ragihand.
Wezareta Tendirustiyê ya rêjîma Sûriyê roja Yekşemê 15ê 2020 ragihand, ku 7 kesên din bi vayrosa koronayê li bajarokê Ras Elm're li gundewarê Şama paytexta Sûriyê ketine.
Li gor Tendirustiya rêjîma Sûriyê heta niha hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihiştiye 177 kesan.
Ji wan pêketiyan di demên bihûrî de, 71 çû bûne û 6an jî jiyana xwe ji dest dane.
334