Efrîn... Tevî daketina nirxê dolarê Emerîkî hîn jî kelûpel buha ne

Efrîn... Tevî daketina nirxê dolarê Emerîkî hîn jî kelûpel buha ne

Jun 09 2020

ARK NEWS... Ji duh ve heta niha her demijmêrekê nirxê dolarê Emerîkî li hember lêreya Sûrî di bilindbûn û daketinê de berdewam e, tevî nirxê dolar li hember lêreya Sûrî daketiye lê hîn jî nirxê kelûpelan weke xwe maye.

Jêdereke agahdar ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku îro nirxê dolar bi berewerdî bi duh re gelekê kêm bûye lê ew yek nirxê kelûpelan danexist û hîn jî giran in.

Heman jêderê tekez kir ku îro liv û tevgera bazaran hinekî asayî ye û nirxê her tiştekî giran maye û tu daketinek tê de çê nebûye.

Ş.E

163