Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya ENKSê binpêkirinên di dermafê jinên Efrînê de şermezar kirin

Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya ENKSê binpêkirinên di dermafê jinên Efrînê de şermezar kirin

Jun 04 2020

ARK NEWS... Nivîsgeha Jin û Zaroktiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ye heyva Hizêranê li dar xist, tê de hijmarek mijar gotûbêj kirin.

Civîn bi amadebûna hemû endaman bi rê ve çû, di destpêkê de xuleke bêdeng li ser canê pakrewanan di serî de Barzaniyê nemir rawestiyan. Di civînê de bi tundî binpêkirinên di dermafê jinan de, nexasim jinên Kurd bi taybet yên Efrînê şermezar kir.

Her di civînê de behsa mijarên siyasî li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir, û salvegera 15an ya şehîdbûna Şêx Meşûq Xiznewî anîn bîra xwe.

Li aliyekî din ji civînê ked û karên ji bo yekrêzî û yekhelwêstkirina gotara Kurdî bilind hat nirxandin.

Ş.E

238