Mesrûr Barzanî nameyek ji Dr. Elî Qeredaxî re şand
Jun 04 2020
ARK NEWS... Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, duh 3 Hizêrana 2020, nameyek sersaxiyê ji Dr. Elî Qeredaxî re şand.
Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wiha dest bi nameya xwe kir: "Birêz Dr. Elî Qeredaxî: Mixabin nûçeya koçadawiiya birayê birêz yê we (şêx Ebdulhadî Mehiyedîn Qeredaxî) bihîst".
Da zanîn jî: "Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta birêz ya we dikim, hêvî dikim Xwedê mezin rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî bide we û malbeta wî".
Ş.E
319