Li Hewlêrê du kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
Jun 03 2020
ARK NEWS.. îro roja çarşemê 03.06.2020an Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir li Hewlêrê 2 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.
Wezareta Tendrustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn di encama testên vîrusa COVID-19 Koronayê li Hewlêrê 2 kesên din bi vîrusa Koronayê hatine destnîşankirin.
Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ew nexweş yek jê 75 û 27 salî ye. Nexweşek jê ji taxa Kiwêstan û yek jê jî ji nahiyeya Enkawa ye.
208