Siûd El Mela Cejna Qurbanê li Gelê Kurd pîroz dike

Siûd El Mela Cejna Qurbanê li Gelê Kurd pîroz dike

Aug 22 2018

Bi helkefta hatina cejna Qurbanê ya pîroz , Siûd Mela Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, peyameke pîrozbayê belav kir , û têde pîrozbayî li tevaya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û li herçar parçeyên kurdistanê kir.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi helkefta hatina cejna Qurbanê ya pîroz , pîrozbayên gerim arastey pêşmerge û malbatên şehîdên kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku canê xwe ji bo azadî û serfiraziyê kirine fîda , û tevaya şehîdên bizava rizgarîxwaza gelê kurd kir .

Herweha Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê pîrozbayî li tevahiya serkirde , endam û alîgrên Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya û tevaya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kir, û hêvî xwest ku rewşa miletê kurd li herçar parçeyên kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê berev aramî û xweşiyê ve biçe , û cejna Qurbanê bibe sedema belavbûna tebayê navbera hemû aliyên kurdî de li Rojavayê Kurdistanê , û pêngavan ji bo yek rêziya nav mala kurdî bavêjin.

Dubare cejna Qurbanê li tevahiya gelê kurd pîroz be

694