Salek li ser koçbarkirina Elî Ismaîl re derbas bû

Salek li ser koçbarkirina Elî Ismaîl re derbas bû

May 30 2020

ARK NEWS... Salek li ser koçbarkirina xebatkar Elî Ismaîl endamê Encûmena Şaxî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê derbas bû.

Roja 28ê Gulana 2019an endamê Encûmena Şaxî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Elî Ismaîl ji ber kirîzek dil li taxa Hesarok li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Xebatkar Elî Ismaîl ji destpêka ciwaniya xwe de tevlî Partî bûbû û kar û xebat di ber doza gelê xwe de û xizmeta rêbaza Barzaniyê nemir de dikir.

Elî Ismaîl ji gundê Xirbedîb yê gundewarê Qamişlo ye, û sala 1959an ji dayk bûye. Li goristana Kesnezan bi xak hat sipartin.

466