Serok Barzanî Cejna Qurbanê pîroz dike

Serok Barzanî Cejna Qurbanê pîroz dike

Aug 22 2018

Serok Masûd Barzanî bi helkefta hatina Cejna Qurbanê peymeke pîrozbahiyê ji xelkê Kurdistanê re şandiye.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, ez pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistan û Iraqê dikim. Pîrozbahiyeke germ pêşkêşî malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê dikim.

Hêvîdar im hemû aliyek cejnê bi xweşiyê bikin û haciyên me bi selametî ferza hecê bicîh bigihînin û Xwedayê mezin hec û lavayên wan qebûl bike.


Mesûd Barzanî
20.08.2018”

463